Tîryakî: Em ê daneyên 193 hezar sindoqan kontrol bikin

Hevberdevkê Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî ku tekildarê bêusûliyên hilbijartinê daxuyanî da, diyar kir ku ew ê daneyên 193 hezar sindoqan kontrol bikin, li dengan bibin xwedî.

Berdevkê Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerê YSK’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, têkildarê nelêrêtiyan ku di girtekên hilbijartinê de hatine dîtin, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da. Tîryakî da zanîn ku wan hewcedarî bi daxuyaniyeke din dîtiye.

Tîryakî da xuyakirin ku di daxuyaniya nîvro de aniye ziman ku di gelek sindoqan de daneyên şaş hatine qeydkirin û wiha got: “Ev çend roj in em bi raya giştî re parve dikin. Lê ji ber hejmar yek bi yek dertên holê, rayagiştî jî ji nêz ve dişopîne. Di çapemeniya civakî de gelek dane hatine parvekirin. Min xwest wek hejmar vê bi we re parve bikim. Di pergala SÎPPORT’ê de jî tê dîtin ku dane şaş hatine tomarkirin. Di nav van de sindoq hene ku 230 deng tê de ne, sindoq hene ku 10 deng, sindoq hene 2 deng tê de. Me îtîraz kir. Biryar li ser van hemûyan hat dayîn û ev dane hatin hatin rastkirin.”

EM Ê BIDIN PEY MIJARÊ

Tîryakî diyar kir ku li bajaran encameke ku bandor li hejmara parlamenteran bike nîn e û got: “Xebata me berdewam e. Li her navend û navçeyê hevalên me yên parêzer di sazkirina daneyan de bi hevalên me re daneyan didin ber hev. Yên tespît dikin îtîraz dikin û radigihînin lijneyên hilbijartinê. Bi vî awayî tên sererastkirin. Em xebatên xwe didomînin. Bila gelê me firîqet be, em dixebitin û em ê bidin pey mijarê. Em şaşiyên di 193 hezar sindoqan de rast bikin û li dengên xwe bidin xwedî.”